Tofan, tofana mezin yan jî bi forma ku herî zêde hatiye binavkirin tofana Nûh, mîtolojiya tofaneke ku li gorî pirtûkên pîroz û li gorî efsaneyên cihêreng lehî û tofaneke mezin e ku li Mezopotamyayê yan jî li herêmeke berfireha li herêmê pêk hatiye. Mîtolojiya tofana Nûh bi gelemperî wekî kiryareke tolhildana Xwedayekê hatiye binavkirin. Li gorî mîtolojiyan tofan ji ber xerabiya li ser rûyê erdê ku ji aliyê mirovan derketiye holê ji aliyê Xwedayekê ve hatiye şandin ku şaristaniyê hilweşîne. Her çend hurgiliyên tofanê di çandên cihêreng de cuda bin jî forma herî naskirî wekî Tofana Nûh hatiye binavkirin. Li gel mîtolojiyan tofan wekê tofana Nûh di gelek baweriyên îbrahîmî yên wekê cihûtî, xirîstiyanî û îslamî de jî hatiye vegotin ku ji aliyê baweriyên îbrahîmî ve tofan wekê karesateke mezin hatiye pênasekirin. Li gel mîtolojiyan tofan wekê tofana Nûh di gelek baweriyên îbrahîmî yên wekê cihûtî, xirîstiyanî û îslamî de jî hatiye vegotin ku ji aliyê baweriyên îbrahîmî ve tofan wekê karesateke mezin hatiye pênaskirin. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1950 – Li bajarê EskişehiraTirkiyeyê lehî rabû. Di encamê de 50 hezar kes li derve ma, 2500 xanî xera bûn û 6 kes jî xeniqîn.
1975 – Îraq û Îranê li Cezayîrê peyman mohrkirin û li hemberî tevgera azadîxwaz a kurdan dest bi operasyonên hevbeş ên jiholêrakirinê kirin ku di encamê de hêzên Başûrê Kurdistanê ji hev belav bûn.
1979 – Li navçeya SêweregaRihayê di navbera du eşîretan pevçûn derket, di pevçûnê de 10 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
1993 – Mamosteyek bi navê Osman Şîmşek li Batmanê di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da.
2001 – Li bajarê Mekeyê di dema hecê de 35 kesan di bin lingan de jiyana xwe ji dest da.